Li Îzmîr û Erzînganê 2 jin hatin kuştin

Li Îzmîr û Erzînganê 2 jin hatin kuştin

Li navçeya Karaburun a Îzmîrê û li Erzînganê 2 jin hatin kuştin. Li Stenbolê jî jina 14 salî hat birîndarkirin.

Li Taxa Yunus Emre ya Erzînganê kesê bi navê Naîm Aydin, hevsera xwe Eda Aydin ya 3 meh berê pê re zewicî bû, serê wê li erdê xist û ew kuşt. Li gorî îdîayan bûyer duh di saetên şev de rûdaye, di navbera Naîm Aydin û hevsera wî Eda Aydin de nîqaş destpêkir. Piştre nîqaş veguherî pevçûnan û di encamê de Aydin serê hevsera xwe li erdê xist û qetil kir. Aydin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li navçeya Karaburuna Îzmîrê li zeviyek vala de cenazeyê jinekê hat dîtin. Diyar bû ku cenazeyê Yasemîn Yuksela 22 salî ye. Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Duh di saetên şev de li Buyukçekmeceya Stenbolê ji aliyê kesek nasnameya wî ne diyar ve li ser kolanê jinek ciwan ya 14 salî 4 caran kêr li singa wê hate xistin . Jina ku giran birîndar bû, birin nexweşxaneyê, gunehbar ji cihê bûyerê reviya û hat ragehandin ku rewşa jina ciwan xetere.