Li Hindistanê doza tecawiza komî hate taloqkirin

Li Hindistanê doza tecawiza komî hate taloqkirin

Li Hindistanê doza tecawiza komî ya 16’ê Kanûnê rû dabû, pêkhat û taloqî 25’ê Tîrmehê hate kirin. Di rûniştna 25’ê Tîrmehê de dê kesê 17 salî ê tevlî tecawiza komî bûye were guhdarkirin. Têkildarî doze Serdozger Madhav Xunara daxuyaniyek da û got: “Lêpirsîn bidawî bûn, dê biryar 25’ê Tîrmehê were aşkera kirin.”

Di dema tecawizê de ciwanê 17 salî, di nava kesên 16’ê Kanûna 2012’an tecawizî xwendekarek ya 23 salî kirîn de bû. Jina ciwan piştî 13 rojan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî tecawiza komî li Hindistanê jinan di serî de li hemberî tecawizê û nêzîkatiya polîsan a cûdakar, her wiha ji bo balê bikişînin ser bê hiqûqiya tê kirin gelek çalakî li darxistibûn.