Li Hîldesheîmê semînera li ser jineolojiyê

Jinên ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê di semînerê de li hev civiyan gotin, "Em ê bi ser bikevin."

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Komuna Jinê ya Meryem ji bo du rojan semînereke jineolojiyê li dar xist.

Semîner li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hîldesheîmê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Di destpêka semînerê de Hevseroka NCDK'ê Hayat Donma axivî.

Piştre lêkolîner Sûltan Oger pêşkêşî kir û got, "Kî dixwaze bi çi rengî nêzî me bibe, bila bibe, lê çarçoveya me ev e: Şehîd, felsefeya Rêberê me û pîvana me ya sêyemîn jî hêviya vî gelî ye. Em ê nehêlin ku hêviya gel bê şikandin. Nasnameya me ji van pîvanan pêk tê."

Di dawiya axaftina xwe de Oger got, "Bi rêya tevgera jinê em ê bi ser bikevin."

Semîner bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" qediya.