Li Hildesheîmê Festîvala Çand û Hunerê çêbû

Li Hîldesheîmê ya Elmanyayê cara 7'an Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd hate çêkirin. Di festîvalê de dîmên rengîn derketin holê, pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Ji Braunschweig, Gifhorn, Hildesheim, Wolfsburg, Peine ve Salzgitterê jî Kurdistanî tevlî festîvalê bûn. Beriya ku festîval dest pê bike Kurdistanî  û dostên wan li ber gara trênê ya Hildesheîmê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî û amûrên muzîkê tevlî meşê bûn pir bal kişandin ser xwe.

Gel bi dirûşmên ,''Bijî berxwedana Amedê'', ''Bi berwedanê e mê bi ser bikevin'' heta qada pîrozbahiyê dome kir.

Li qada festîvalê Cejna Vejînê, pêngavav 15'ê Tebaxê jî hate pîrozkirin.

Li qadê wêneyekî mezin ê Mahsûn Korkmaz (Egîd) hate daleqandin. Her wiha li ser panoyeka bi nivîsa Kurdistanê, nirxên dîrokî yên nivîskî û dîtbar hatin daleqandn.

Gelek stranbêjan li festîvalê stran gotin, helbest hatin xwendin û her wiha koma folklorê Koma Azadî Hildesheîm û Koma  Şiyar Salzgitter govend gerandin.