'Li her qada rêveberiyên herêmî temsîlkariya wekhev'
'Li her qada rêveberiyên herêmî temsîlkariya wekhev'
'Li her qada rêveberiyên herêmî temsîlkariya wekhev'
Ji Koordînasyona Meclîsa Jinê ya HDK Yildiz Îmrek da xuyakirin ku dirûşma wan a bingehîn "Rêveberiyên herêmî yên wekheviya jinê, ekolojîk û demokratîk" e û destnîşan kir ku garantiya vê jî temsîlkariya jinê ya li her qadên rêveberiyên herêmî ye.
Meclîsa Jinê ya HDK, beriya civatên giştî yên HDK û HDP'ê yên dawiya vê mehê, li hev kom bû û rojevên têkoşîna azadiyê ya jinê û hilbijartin nîqaş kir.
Di civata giştî de hat destnîşankirin ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de li hemberî statukoparêzên nû yên destpotîk ên mûxafazkar û statukoperestên kevin ên netewperestî, yekane alternatîfa demokratîk a gelan, kedkaran, jinan, ciwanan û takekesên LGBT'yî HDP ye û biryat hat dayîn ku têgihiştina rêveberiyên herêmî yên wekhevî-jin-ekolojîk-demokratîk werin xurtkirin, di amadekarinên hilbijartin û rêveberiyên herêmî de temsîlkariya wekev, ji bo rêveberiyên herêmî yên li ser bingeha jinê, li hemû herêm û derdoran bi jinan re têkoşîn were dayîn.
Ji Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yildiz Îmrek der barê civata giştî de agahî da ANF'ê û diyar kir ku dirûşma wan a bingehîn, "Rêveberiyên herêmî yên wekheviya jinê, ekolojîk û demokratîk".
Îmrek da xuyakirin ku demokratîkbûyîn bi tenê rê û rêbazên pêşkêşkirina xizmetên herêmî nîne û got, "Ji vê girîngtir, divê şêniyê bajêr der heqê qadên xwe yên jiyanê de mafê gotinê û wergirtina biryarê be. Weke qadeke demokrasiya yekser, pêwîste jin der heqê hemû qadên jiyanê yên gel de xwedî mafê gotinê be."
Îmrek ragihand ku temsîlkariya wekhev a jinan di rêveberiyên herêmî de gelekî girîng e û got, "Di pêvajoya namzetan de em difikirin bi kooperatîfên jinan û hemû jinên çi li nava HDK'ê çi jî li derveyî wê, bi hev re biryarê bidin. Em dixwazin têgihiştina rêveberiyeke herêmî ya çavkaniya xwe ji jinê digire û xizmetên xwe jî di vê çarçoveyê de birêxistin dikin, were serdestkirin. Em dixwazin di xebatên HDK'ê yên diyarkirina namzetan de ev daxwaz derkevin pêş."
Îmrek diyar kir ku ji Keyatiyan heta meclîsên şaredariyan û serokatiya şaredariyê, em dixwazin di hemû navgînên herêmî de temsîlkariyeke wekhev a jinê hebe û got, "Emê bixwazin di asta temsîlkariya wekhev de namzet werin nîşandan. Ne tenê di saziyên HDK'ê de, emê hewl bidin li her qadê jin bi wekhevî weke namzet bên nîşandan."
Îmrek ragihand ku girîng e jin di vê pêvajoyê de biryardar bin û go, "Ji niha ve divê em li her qadên herêmî bikevin nava tevgerê û bi piştevaniya hemû jinan re pêvajoya hilbijartinê bimeşînin."