Li hemberî zilmê mil bi mil li ber xwe dan
Keçên Dayika Aştiyê Bahar Aslan diyar kirin, ku dayika wan her tim ji bo aştî, wekhevî û azadiyê têkoşiya ye û li ser şopa heqîqetê bû.
Keçên Dayika Aştiyê Bahar Aslan diyar kirin, ku dayika wan her tim ji bo aştî, wekhevî û azadiyê têkoşiya ye û li ser şopa heqîqetê bû.
Dayika Aştiyê Bahar Aslan 20 salan li gel Dayikên Aşitiyê mil bi mil di nav têkoşînê de cih girt û di 29 Tebaxê Dayika Bahar jiyana xwe bi têkoşînê bi dawî kir. Piştî ku keça wê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) tevlî nav refên PKK'ê dibe dayika Bahar sond dixwe û li ser şopa keça xwe têdikoşe. Dayika Bahar piştî ku nexweş dikeve jî dev ji xebatê bernade û di temenê xwe yê 90 salî de jî her gavê ji bo aştiyê li ber xwe dide. Keçên wê têkoşîna Dayika Baharê bi me re parve kirin û anîn ziman ku dayika Bahar her tim aştî, wekhevî û azadî dixwest û gotin ku dayika wan şopdara heqîqetê bû.
'DAYIKA MIN LI GEL ROJÎNÊ BÛ RÊWIYA AŞTIYÊ'
Keça Bahar Aslan Xanim Ayik anî ziman, ku dayika wê nedixwest li malê bisekîne, bû şopdara Rojînê û wiha bahsa dayika xwe kir; "Çûyina Rojînê bandoreke mezin li ser malbatê bi taybetî jî li ser dayika min kir. Piştî ku Rojîn tevlî nav refên PKK bû, dayika min sond xwar... Dayika min ji Rojînê pir hez dikir. Di nav zarokên xwe de herî zêdetir ji Rojînê hez dikir. Ji bo wê Rojîn jiyan bû. Piştî Rojînê, dayika min di wî temenê xwe yê mezin de tu astengî nas nekirin û di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih girt. Bi rastî ti gotin û peyv têra vegotina têkoşîna Rojîn û dayika min nakin. Dayika min nexweş bû lê li hemberî nexweşiyê jî serî hildida. Gelek bêriya Rojînê dikir. Lê her tim ji me re digot 'Bi Rojînê em serbilind in'. Her tim ji me re digot 'Xebata me têra têkoşîna Rojînê nake' dixwest bi xebata xwe bersiv bide têkoşîna Rojînan. Car caran pir dihizirî min jî jê pirsî 'Dayê te xêre tu wisa kur dihizirî?'. Ji min re got 'Ez li aştiyê difikirim gelo wê aştî kengî were'. Evîna wê ya li hemberî aştiyê pir cûda bû. Dayika min jiyana xwe ji dest da lê daxwaza aştiyê ji bo me mîras hişt. Dayika min li her qadên jiyanê li ber xwe dida û jiyana xwe bi daxwaza aştiyê derbas kir. Her axaftinek wê, her gavek wê ji bo aşitiyê bû. Dayika min li gel Rojînê bû rêwiya aştî ye. Em bi Dayika xwe û Rojînê serbilind in."
'ZILM QEBÛL NEKIR'
Keça Baharê Sosin Yacan jî diyar kir, ku Rojîn û Dayika Bahar rêwiyên azadiyê bûn û wiha pê de çû; "Li Kurdîstanê mîna her jineke çeleng xwîşka min jî li hemberî zilmê li ber xwe da. Rojînê zilm tu caran qebûl nedikir. Gava ku di nava malê de kesekî dengê xwe ji wê re bilind bikira tehamûl nedikir. Her tim li hemberî neheqiyê parastineke wê hebû. Miroveke pir rêzdar bû. Di wî temenê xwe yê biçûk de zanîna wê zêde bû. Her tim digot 'Ez ê biçim', miroveke xwedî biryar bû. Miroveke jêhatî bû. Dayika min jî her tim Rojîn ji bo me mînak dida û wekî wê tevdigeriya. Her hêsteke dayika min ji bo aşitiyê bû. Ji me re digot 'Gelo ez ê aştiyê bibinim' xebat û keda wê ji bo aştiyê bû. Gava ku Rojîn şehîd ket ji me re got 'Qet nebe dema ku cenazeye Rojînê hat divê em negirîn' Dayika min her tim bi hestiyarî tev digeriya. Taybetmendiyên Rojîn û dayika min gelek dişibiyan hev. Herduyan jî zilm qebûl nedikir û bi hev re mil bi mil li hemberî zilmê têkoşiyan."