BI DÎMEN

Li Hannoverê komxebata jinan hat lidarxistin

Li Hannoverê bi pêşengiya Gemeînsam Kampfen, Bûroya Aştiyê ya Jinan ya Cenî, Woman Defend Rojava û JK’ê bi sernavê “Em bi tora Jin, Jiyan, Azadiyê re jiyan û şoreşa jinan diparêzin” komxebatek hate lidarxistin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Gemeînsam Kampfen, Bûroya Aştiyê ya Jinan ya Cenî, Woman Defend Rojava û JK’ê bi sernava “Em bi tora Jin, Jiyan, Azadiyê re jiyan û şoreşa jinan diparêzin” komxebatek hate lidarxistin. Komxebata ku li Zanîngeha Hannoverê hat lidarxistin du rojan (27 û 28’ê Çileyê) berdewam kir.

Di komxebata ku di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin; Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar a di 4'ê Çileya 2014'an de li Silopiyayê hat qetilkirin û Rosa Luxemburg a di 15'ê Çileya 1919'an de hat qetilkirin ji bo şehîdên jin ên şoreşê yên cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re bi taybetî li ser Cîhan û Kurdsitanê pêvajoya siyasî ya ku li Elmanya û Rojhilata Navîn tê jiyîn hat nirxandin.

Di komxebatê de hat nirxandin ku yên herî zêde di bin bandora şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku zêde bûye û belav bûye dimînin jin in. Hate destnîşankirin ku jin li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê pêşengiya berxwedana civakî kirin. Ji ber vê sedemê di nîqaşên ku jinên pêşeng hatin hedefgirtin hate gotin ku netewe dewletên mêr herî zêde ji jinên berxwedêr ditirsin. Di komxebatê de li hemberî bûyerên heyî bal hat kişandin ser girîngiya avakirina torên hevpar ên jinan û yekîtiya hêza jinan.

Piştî nîqaşên pêvajoya siyasî Endama KNK’ê Nîlûfer Koç axaftinek kir. Nîlûfer Koç li ser dîroka xebatên têkiliyên derve yên Tevgera Jinên Kurd û xebatên hevpar ên bi komîteyên piştevaniya navneteweyî re axivî.

Di bernameya çandê ya êvarê hat lidarxistin, ji bo bîranîna pêşengên jin ên hatin qetilkirin stran hatin gotin.

Di roja duyemîn a komxebatê de, di çarçoveya hemû nîqaşan de, pêdiviyên serdemê, di têkoşîna hevpar û nîqaşên avakirinê de rêbazên nû hatin pêşxistin û plansaziyeke berfireh hat kirin.

Di komxebatê de ku peyamên dilsoziya bi jinên Afganî û jinên Belûç ên li dijî qirkirinê li ber xwe didin hatin dayîn û banga çalakiya navendî ya dê 17’ê Sibatê  li Kolnê bi bingeha pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bê lidarxsitin hate kirin.

Li komxebatê biryar jî hatin girtin. Hin biryarên ku hatine girtin wiha ne:

*Bi awayekî bi hêztir meşandina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”

*Li Elmanyayê bi hevkariya rêxistinên jinan ên li dijî şer lidarxistina komxebateke bi mijara "Şer û Aştî"

*Bi awayekî bi hêz xwedîlêderketina ji bo kampanyaya li dijî qirkirina jinan ku wê di 10’emîn salvegera Qirkirina Şengalê de bê destpêkirin.

Komxebat piştî ku biryar hatin eşkerekirin bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.