Li Hamburgê jinan edalet xwest

Li Hamburgê jinan edalet xwest

Kurdistaniyên li bajarê Hamburg ê Almanyayê dijîn, bidaxwaza edaletê ji bo sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, mitîngek pêkanîn.

Di pêşengtiya Meclisa Jinan ya Rojbîn de çalakiya 33’mîn li semta Altona pêkhat. Axaftinên ku di çalakiyê de li ser navê jinan hatin kirin, hate gotin ku li rexmî 8 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî dewleta Fransa daxuyaniyekî ya ronîkirina bûyerê nedaye û hate şermezarkirin. Çalakvanên ku wêneyên mezin ên sê jinên Kurd hilgirtin, bi sedan belavok belav kirin.