Li Hamburgê jin bidaxwaza edaletê gihan hev
Li Hamburgê jin bidaxwaza edaletê gihan hev
Li Hamburgê jin bidaxwaza edaletê gihan hev
Kurdistaniyên li bajarê Hamburg ê Almanyayê jiyan dikin, bi daxwaza ronîkirina komkujiya siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê li Parîsê mitîng pêkanîn. Di mitîngê de bavê Şaylemezê Cûmalî Şaylemez û Parlementera Partiya Çep ya Hamburgê Cansû Ozdemîr jî beşdarbûn. Çalakî cara 35’mîn di pêşengiya Meclisa Jinan ya Rojbîn cara 35’mîn li semta Altona pêkhat.
Di çalakiyê de Cûmalî Şaylemez axaftina xwe bi pîrozkirina cejna gel destpêkir û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin nirxand. Şaylemez ji ber şahadetên li Rojava sersaxî ji gel xwest, her wiha sipasiya kesên beşdarî çalakiyên daxwaza edaletê dikin kir.
Di çalakiya li Hamburgê de axaftinek li ser navê ciwanên Kurdistanî hate kirin û hate gotin ku, li rexmî 9 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî rayedarên Fransî daxuyaniyek nedane û ev nêzîkatî şermezarkirin. Da zanîn ku, ev hevkariya sûc ya dewletê dide diyarkirin.
Piştre Cansû Ozdemîr axivî û careke din komkujiya Parîsê şermezarkir û balkişande ser ku, cînayet rastî pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin hat. Ozdemîr got, paketa demokratîk ya demek beriya vê ji aliyê hikumeta AKP’ê ve hate aşkera kirin vala derket, êdî pêwîste li Tirkiyeyê muzakere destpê bikin.
Di axaftina ku li ser navê jinên Kurd ên tevlî çalakiyê bûne de jî hate diyarkirin ku, ew dê li her derê Sakîne, Fîdan û Leylayê bidin jiyankirin û bang hate kirin ku, tevlî 6’mîn Rojên Filmên Kurd ya li urgeurgê ku diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye kirin bibin.