BI DÎMEN

Li Hambûrgê çalakiya edaletê

Li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn de mîtîngek hate lidarxistin.

 

Jinan ji bo edaletê li paytexta Fransayê Parîsê ku yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz û hevalên wê ji hêla MÎT’ê hatibûn qetilkirin, çalakî pêk anîn û bal kişandin li ser civîna AGÎT’ê ku wê sibehê li Hambûrgê pêk were.

Di axaftinên çalakiya Monckebergstrassê de hat bibîrxistin ku di meha Çile de dadgeha Omer Guney ku qatilê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e, wê destpê bike û hat destnîşankirin ku êdî di cîhanê de her kes dizane ev qetlîam ji hêla MÎT’ê ve hatiye kirin û wek jin em ê bibin şopînerê vê dadgehê. Jinan di axaftinên xwe de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.