Li Hamburg, Den Haag û Baselê çalakiyên ‘Em edaletê dixwazin’
Li Hamburg, Den Haag û Baselê çalakiyên ‘Em edaletê dixwazin’
Li Hamburg, Den Haag û Baselê çalakiyên ‘Em edaletê dixwazin’
Çalakiyên “Em edaletê dixwazin” ku her Çarşemê ji bo şoreşgerên jin ên Kurd 9’ê Çileyê li Parîsê hatîn qetilkirin, li bajarê Hamburg ê Almanya, bajarên Den Haag ê Holandayê û bajarê Basel ê Swîsreyê pêkhatin. Di çalakiyan de hate xwestin ku komkujî bê ronî kirin.
HAMBURG: Li Hamburgê bi slogana ‘Em edaletê dixwazîn’ 34 heftene her roj roja Çarşemê çalakiyan dikin. Mitînga ku di pêşengiya Meclisa Jinan ya Rojbîn li semta Altona pêkhat gelek kes beşdar bûn. Di axaftinên hatîn kirin de, hate gotin ku li pişt komploya 9’ê Cotmehê û komkujiya 9’ê Çileyê li Parîsê hêzên ku naxwazin li Kurdistanê aştî pêkbê hene. Ji ber wê hate diyarkirin ku, komkujiya li Parîsê jî berdewama komploya 9’ê Cotmehê ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, bêdengiya rayedarên Fransa derbarê qetla siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji hevkariya wan ya sûc tê û hate gotin ku, dê jinên Kurd li hemberî her cure komplo û êrîşan dê li ber xwe bide.
Di çalakiya ku Parlementera Partiya Çep ya Hamburgê Cansu Ozdemîr, SKB û nûnerên PYD’ê tevlîbûn de di çarçoveya kampanya ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’ ya navnetewî bi sedan îmze komkirin.
DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ya Holandayê çalakî di pêşengiya Meclisa Jinan ya Ronahî de pêkhat. Di çalakiya vê hefteyê de bi slogana “Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûce”, komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bû sedem ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve protesto kirin. çalakvanan xwest komkujiya Parîsê bê zelalkirin, her wiha di dema çalakiyê de posterên hersê jinên şoreşger ên Kurd û Ocalan vekirin. Heman demê de çalakvanan broşûrên bi sernavê “Who is Abdullah Ocalan” (Abdullah Ocalan kî ye) belavkirin. Çalakiyê du demjimêran dom kir.
BASEL: Çalakiya “Em edaletê dixwazîn” li qada Claraplatz ji aliyê Meclisa Jinan ya Ronahî li bajarê Basel ê Swîsreyê pêkhat, vê hefteyê jî dom kir. Ji ber ku çalakiya vê hefteyê rastî 15’mîn salvegera komploya navnetewî a lidijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Jinên ku pankartên bizimanê Kurdî û Almanî ên “Ji Ocalan re azadî”, “Em komkujî û komployê nelet dikîn” vekirin û bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî”, “Em edaletê dixwazîn” qîr kirin. Jinan di daxuyaniyê de komploya di şexsê Ocalan de li djî hemû gelên Rojhilata Navîn pêkhatî nelet kirin û anîn ziman ku, komkujiya li Parîsê berdewama komployê ye.
Jinan da diyarkirin ku, li rexmî 15 sal li ser komploya navnetewî derbazbûn jî hêzên komploger negihan armancên xwe û bilêv kirin ku, Ocalan bi berxwedanekî bêhempa îro di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de xwedî role.
Jinan destnîşan kir ku, li rexmî 10 meh li ser komkujiya Parîsê re derbazbûn jî naxwazin ronî bikin û aşkera kir ku, li pişt vê komkujiyê ên ku komplo pêkanîne hene. Jinan anî ziman ku, heta Ocalan azad bibe û berpirsên rastîn ên komkujiya Parîsê bên derxistin ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Piştî daxuyaniyê broşûrên têkildarî komploya navnetewî û komkujiya Parîsê belav kirin.