Li Hambûrg, Antwerpen û Helsînkîyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Bi hezaran jin li Hambûrg, Antwerpen û Helsînkîyê hatin ba hev û bi coş 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

HAMBÛRG

Bi hezaran li qada Landebrucken a Hambûrgê hatin ba hev. Jinan bi alayên YPG û YPJ’ê dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Sakîne Cansiz, Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef û Rosa Luksembûrg hate hildan û sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate hildan.

ANTWERPEN

Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê jî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê standek hate vekirin. Ev çalakî ji aliyê 43 saziyên jinan hate lidarxistin.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê jî 8’ê Adarê bi coş hate pîrozkirin. Di çalakiyê de posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hate vekirin.