Li Goteborgê Komîna Jinan a Sema hate avakirin

Li bajarê Goteborgê yê Swêdê Însyatîfa Jinan yekemîn kongreya xwe lidar xist û Komîna Jinan a Sema ava kir. Ji bo bîranîna Fatoş Saglamgoz (Sema) Pirtûkxaneya Şehîd Sema hate vekirin.

Însyatîfa Jinan a Goteborgê 23-24’ê Sibatê aktivîteyeke du rojan lidarxist. Di roja yekem a aktivîteyê de têkildarî pirsgirêkên jinên Kurd ên civakî û koçberiyê semînerek hate lidarxistin.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HATIN SILAVKIRIN

Piştre jinan bi biryarekê Însyatîfa Jinan veguherandin Komîna Jinan û kongreya xwe ya destpêkê lidar xistin. Di komînê de nêzî 30 jin cih digirin û ji 5 komîsyonên cuda; rêxistinkirin, civak, ciwan, perwerde û piştevaniyê pêk tê.

Di kongreyê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û peyama piştevaniyê ya bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne û berxwedêrên li Strasboûrgê hate dayîn.

Di kongreyê de banga têkoşîn û xwedîderketina li çalakiyên grevên birçîbûnê hate kirin.

PIRTÛKXANE HATE VEKIRIN, ŞANO HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Di roja duyan a aktivîteyê de ji bo bîranîna Fatoş Saglamgoz Pirtûkxaneya Şehîd Sema hate vekirin. Hinek jinan jî qala bibîranînên xwe yên bi Saglamgoz re kirin.

Koma şanoyê jî têkildarî pirsgirêkên malbatên Kurd ên ji Kurdistanê hatine Swêdê şanoyek pêşkêş kir.

Aktivîte du rojan dom kir û bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.

FATOŞ SAGLAMGOZ

Fatoş Saglamgoz (Sema) roja 9'ê Cotmeha 2003'an li Qada Gûstav Adolf a Goteborgê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedana xwe dabû ber agir.