Li girtîgeha jinan a Bexdayê şer û şewat: 6 jin mirin

Li girtîgehekî jinan a paytexta Iraq Bexdayê piştî şer, şewat derket û 6 jin  mirin.

Hate ragihandin ku li girtîgeha Dar el Zûhûr ya Azamiye di navbera jinan der şer derket.

Rayedarê polîsan ku ji AFP’ê re axivî û got; “Di bûyera ku bûyî sedama şewatê de 6 jin mirin.”

Bûyer îro saetên nîvro çêbû û hate ragihandin ku 6 girtiyên jin û gardiyanekî girtîgehê jî birîndar bûye.

Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihand ku şopên kerê di laşê kesên mirine de hene. Rayedaran ji bo sedemê bûyerên diyar bikin lêpirsin dan destpêkirin.

Li girtîgeha mijara gotinê tenê jinên ji sûcên edlî hatine girtin, hene.