Li Fransayê ji sedî 70’ê karkerên xizan jin in

Li Fransayê ji sedî 70’ê karkerên xizan jin in

Li gorî raporeke ku ji aliyê Konseya Hawirdor, Civakî û Aborî ya Fransayê ve (CESE) hate weşandin de xizanî ji mêran zêdetir li jinan dixe.  Bi taybet jî ev bandorê zêdetir li ser jinên ku bi zarokên xwe re tenê dijîn dike.

Li Fransayê ji 2010’an şûnde 8,6 mîlyon kes, mehê bi 964 euro re di bin sînorê xizaniyê de dijîm. Ji vana 4,7 mîlyon jin e.  Li gorî rapora ku CESE amadekiriye din ava karkerên xizan de ji sedî 70 jin cih digirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku jinên bi zarokên xwe re dijîn di bin şert û mercên dijwar de dijîn û ji ber vê yekê jî fikara herî mezin eve ku pirsgirêka jinên xizan sereke ye. Di raporê de hate gotin ku ev şert û mercên bandoreke neyînî li serjiyana jinan dike û dem dirêj didome. Her wiha hate gotin ku ev bandorê li ser jiyana zarokan jî dike.

CESE di rapora xwe de wiha hat gotin: “Rîska xizaniyên ji mêran wêdeti li ser jinan dike.” CESE niha ji bo sedemên vê tespît bike dixebite. Jin demeke dirêj betal namînin û ligel vê jin zêdetir serî li saziya kar û kar dîtinê didin.  Pir zêde jin di karên ku ewlehî û taybetiya wan heye de dixebitin.

Bi giştî ji sala 2010’an de şûnde li gorî mêran jin di karên bê ewlede dixebite û ev yek 2,1 qat  zêde bûye.  Lê li gorî CESE ev di serê sala 1980’î de 1,8 bû.

Encameke din ya aboriyê eve ku redkirina tedawiyê  ye û ji sedî 18,5 jin û ji sedî 12.3 mêr ji ber bê perebûnê nekarin tedawî bibin.

Der barê mijarê seroka mafê jinan Najat Vallaud-Belkacem roja duşemê di civînekê de axivî û  ji her sê jinan yek ku bi zarokên xwe re dijîn îro di bin sînorê xizaniyê de ne.