Li Fransayê hilbijartin: Nîvê 10 bajarên mezin jin bi serketin

Di hilbijartina şaredariyê ya roja Yekşemê li Fransayê hate kirin, di mijara wekheviyê de pêşketinên mezin pêk hatin. Nîvê 10 bajarên mezin jin bi serketin.

Di hilbijartina şaredariyan de ku pêla Çepa Kesk mohra xwe li hilbijartinê da, di mijara wekheviyê de pêşketinên mezin pêk hatin.

Wê nîva 10 bajarên mezin ên welat jin bi rê ve bibin. Ev yek jî ji sala 1958’an û vir ve cara yekê ye.

Ji Partiya Sosyalîst Anne Hîdalog bû Serokê Şaredariya Mezin a paytext Parîsê.

Ji Partiya Sosyalîst Johanna Rolande bû Seroka Şaredariya Nantesê..

Ji Partiya Sosyalîst Martîne Aûbry bû Seroka Şaredariya Lîlleyê.

Ji partiya derdorparêz EELV Jeanne Barseghîan bû Seroka Şaredariya Strasboûrgê. Berî niha jî Catherîne Traûtmann û Fabîenne Keller jî bûbûn serokê şaredariyê.

Li Marsîlyayê jî ekolojîst Mîchele Rorbîrola bi ser ket.

Li gelek bajarên din jî jin bi ser ketin û bûn serokên şaredariyê. Her wiha Maîder Arostegûya a komarparêz li Bîarrîtz bi ser ket. Li Basançon jî namzeta derdorparêz Anne Vîgot jî bi serket. Li bajarên Perîgûeûx, Gueret û Qûîmperê jî jin bûn serokên meclîsên şaredariyan.