Li Frankfûrt û Munchenê çalakiyên 'Em edaletê dixwazin'

Li Frankfûrt û Munchenê çalakiyên 'Em edaletê dixwazin'

Di çarçoveya çalakiyên 'Em edaletê dixwazin' ên piştî qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd destpê kirin, li bajarên Elmanya Frankfûrt û Munchenê û li Fransayê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

Di ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re 39 hefte bihurîn. Çalakiyên Em Edaletê dixwazin jî dewam dikin. Li Frankfûrtê Kurdên li ber Konsolosa Fransayê hatin cem hev, xwestin komkujî tavilê bê ronîkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve hat lidarxistin û Meclîsa Jinê ya Berçem a li Gîessenê piştgirî da çalakiya vê hefteyê. Kurdên ku ji bo 15 deqeyan çalakiya protestoyî ya bêdeng lidar xistin, dûre belavokên bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî û komkujiya li Parîsê, belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û timî dirûşmên Şehîd Namirin hatin qîrîn.

LI MUNCHENÊ ÇALAKÎ

Kurdên li Munchenê li ber Konsolosa Fransayê hatin cem hev, xwestin berpirsyarên komkujiyê werin ronîkirin. Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevpariya we ya sûc e" de Komploya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin. Ciwanên YXK'yî jî belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku di ser qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd re zêdeyî 9 meh derbas bûne û tevî vê yekê jî hikûmeta Fransayê bêdeng e. Jinan destnîşan kir ku ev bêdengî tê wateya hevparebûna ji sûc.