Li Frankfûrt û Marsîlyayê çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî rêxistina TJK-E ya Hessenê meş û mîtîngek lidar xist.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Frankfûrt û derdora wê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Meşê saet di 15:00 de li Kaîser Str. dest pê kir.
Bi sedan jin, bi pankarta bi nivîsa "Na ji şîdeta li jinê re, li ser rûyê erdê, zext li jinê tê kirin" heta meydana Alte Oper meşiyan. Jinan li vir mîtîngek lidar xistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, nûnerên rêxistinên jinan axivîn. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qediya.
MARSÎLYA
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi heman armancê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Beşdaran şîdeta li jinê şermezar kirin û ji hemû jinan xwestin, xwe bi rêxistin bikin û li dijî sîstema bi serdestiya mêr, têbikoşin.
Mîtîng bi qîrîna dirûşman qediya.