Li Frankfûrt’ê çalakiya edaletê

Li Frankfûrt’ê çalakiya edaletê

Piştî ku di roja 9’ê Kanûnê li Parîsê ji damezrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê a Parîsê Fidan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin şûnde çalekiyên “em edaletê dixwazin” hatine destpê kirin berdewamin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara, mîna her hefteyê çalakliya "em daletê dixwazin" vê hefteyê jî hat lidarxistin.

Çalakiya li ber Konsolosa Fransayê ya li Bochûnheîme Warte saet di 14:30 de destpê kir.  Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên ku di tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û Komîteya Malbatên Şehîdan destnîşan kir ku heta komkujî ronî bibe, ewê çalakiyên xwe dewam bike.

Jinan piştî çalakiyê pankarteke reş a bi nivîsa "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" li ser avahiya Konsolosê daliqandin.