Li Ewropayê jin li kolanê ne: Li dijî şîdetê em bihevre xwe rêxistin bikin

Li gelek bajarên Ewropayên jin daketin qadan û li dijî şîdetê peyama xwe rêxistinkirin dan.

 Li bjarê Lorîent a Fransayê, li paytexta Danîmarka Kopenhagê, li bajarên Lîmasol a Qibrisê û Lînz a Avûstûryayê jin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê daketin qadan.

LORÎENT

Li bajarê Lorîent a Fransayê jin saetên êvarê li meydana Place Arîstîde-Brîandê hatin ba hev û dirûşmeya “Wê jin cîhanê biguherînin” berzkirin.

Di çalakiyê de ku gelek saziyên bajêr tevlê bibûn jinên Kurdistanî jî bi rengê xwe tevlêbûn û belavok belavkirin.

Li wir ji bo jinên ku rastê şîdetê hatine û yên hatine qetilkirin meşale hatin pêxistin. Çalakî bi axaftinên ku li meydana şaredariyê hatin kirin bi dawî bû.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî bi boneya 25’ê Mijdarê kona agahdarkirinê hat vedan.

Nûnerên Meclîsa Jinê ya Sêwê li GovTrow’ê kon veda û bal hate kişandin li ser qirkirina jinê ya li Kurdistanê bi destê dewletê we tê domandin.

Di nava rojê broşurên agahdarkirinê û belavok hatin belavkirin û jinên ku bi dirûşmeya “Dem dema parastina civaka azad û jina azad e” li dijî qirkirina jinê têdikoşin hatin silavkirin.

Li wir di axaftina nûnerên meclîsa jinê kirî de hat gotin ku têkoşîna jinên Kurd ji aliyê tevahiya jinên cîhanê û Rojhilata Navîn rastî eleqeyek mezin hatiye û diyarkirin, “Dawiya faşîzmê hat, dema bilindkirina berxwedanê ye.”

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol a Qibirsê jî bi heman armancê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinên Kurd li Parka Moloz stantek hat danîn û mîtînge hat lidarxistin.

Di merasîman de ku belavok jî hatin belavkirin, wêneyên di serî de jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne, dovîzên li ser wan hatibû nivîsandin “Jin, Jiyan, Azadî” û “Dawî li hişmendiya zilamê serdest bê” hatin hildan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Piştre mîtîng bi daxuyaniya çalakvanan bi dawî bû.

LÎNZ

Li bajarê Avûstûrya Lînzê jî bi boneya 25’ê Mijdarê meşek hat lidarxistin.

Meş bi hevpariya gelek rêxistinên jinan ku di nava Platforma Jinê ya Rose hatine gel hev li Martîn-Lûther-Platzê kom bûn.

Li wir gelek daxiyaniyek hatin dayin ku di nava wan de bal hate kişandin li ser cînayetên jinan û dijminatiya li hemberî jinê û hate gotin ku di demên dawî rêjeya wan pir zêde û sîstematîk bûye.

Herî dawî îşaret bi şerê li Kurdistanê hat kirin û hat gotin ku di şerê dewleta Tirk a faşîst ku didomîne de herî zêde jin bandor dibin.

Piştî axaftinan girse ku li kolanê dimeşiya bi domdarî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî piştewaniya enternasyonal, dawî li şîdeta ser jinê bînin” hatin berzkirin. Piştî dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.