Li Evryê çalakiya ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’

Bi meş û mitîngekê li bajarê Evry a Fransayê, vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê, li Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin.

Li Evryê bi meşa ku Meclisa Jinan a Çîçek Botan lidar xistî, vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Meşa ku ji Komeleya Evry destpê kirî hetanî Şaredariya Grîgny dom kir. Li ser hev dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Peymana Stenbolê dide jiyîn” berz kirin.

Piştî meşê li ber Şaredariya Grîgniy mitîngek hate lidarxistin.

Di mitînga ku bi sedan jin tevlî bûyîn de bal kişandin li ser zêdebûna qetlîamên jinan.