Li Ermenîstanê Zîlan hate bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) li Ermenîstanê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anibû, li gundê Derîk yê herêma Elegez a Ermenîstanê hate bibîranîn.

Merasîma bibîranê ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad a Ermenîstanê (YJA) ve li mala gund a Dêrikê hate lidarxistin.

‘HÊZA JINA AZAD NÎŞAN DA’

Di merasîmê de endama YJA’yê Çîçek Mêrdin axivî û got; “Çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan pêk anî di aliyê tektîka leşkerî û şêwe de, di dîroka PKK’ê de destpêkek bû. Şêweyekî wiha yê çalakiyê encax di encama lêhûrbûna kesekî azad de pêk tê. Hevrê Zîlan ku demeke kurt de beşdarî nava refên azadiyê bû tevî vê jî lidarxistina çalakiyekî wiha mezin hêza jina azad da nîşandan.”

‘NÎŞANÎ DIJMIN DA KU KURD NAYÊ TUNEKIRIN’

Endama Komiteya Kurdistan a gundê Derîkê Îşxan Şaboyan jî wiha got; “Bi êrîşa li Sûriyeyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwestin Kurdan tune bikin lê Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî nîşanî dijmin da ku ev yek tu caran ne mumkun e.”

Endama Komîteya Kurdistan Yoruk Davoyan jî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Başûrê Kurdistanê da û rêveberiya Başûr ku piştgiriyê dide êrîşan jî şermezar kir.

Xelkê gundê Derîkê Alîk Şaboyan jî wiha got; “Kerkûk radestî Ereban kirin. Niha cihên din ên Başûr didin Tirkan. Em vêya şermezar dikin.”

Piştre Mamoste ŞalÎko Davoyan û Zîlan Raşoyan helbest xwendin. Bibîranîn bi guhdarkirina blora Vladîk Xûdoyan bidawî bû.