Li Erîvanê bi boneya 25’ê Mijdarê semîner

Li bajarê Ermenîstanê navçeya Axbaranê gundê Rêya Taze, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi semînerekê hat pêşwazîkirin.

Semîner ku ji hêla Meclîsa Jinê hat organîzekirin ji aliyê endama Kurdistan Komîtê û Berpirsiyara Meclîsa Jinê Mediya Rêzan ve birêvebirin.

Mediya Rêzan li ser minasebeta rojê sekinî. Jinên ku tevlî semînerê bûn, ji 11 gundên derdora Rîyateze hatibûn, bi gelek pirs û bersivan bala jinan kişand. Her wiha Mediya Rêzan li ser têkoşîna jina Kurd û bi taybet jî ya YPJ û YJŞ’ê û gerîlayên YJA Starê rawestiya, wate û girîngiya şerê wan bi lêv kir.

Piştre civîn bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Jin Jiyan e, Jiyanê Nekujin” bi dawî bû.

...