Li Enqereyê êrîşî xwendekarên çalakgerên dansa La Tesîsê hate kirin

Li Zanîngeha Enqereyê xwendekaran xwestin ku dansa Las Tesîsê bikin. Polîsan êrîşî xwendekaran kir. Herî kêm 5 xwendekar hatin destgîrkirin.

Komen xwendekarên jin li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê xwestin dansa Las Tesîsê bikin. Polîsan êrîşî jinan kir û 5 jin û hin xwendekarên xort hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku Esmanûr Çaglak, Leylanûr Mavîlî, Nîsan Çira, Nihal Yilmazarslan û Aylîn Şahîn hatine destgîrkirin.

Jinan bi sloganan bertek nîşanî polîsan dan.

Di 24’ê Kanûnê de endamên koma bi navê TGB xwendekarên mûxalif ên dansa Las Tesîsê kiribûn hedef. Jinan jî boyaxa mor avêtibûn vê komê. Polîsan ev jin destgîr kirin.