Li Elmanyayê kampa jin ên ciwan
Jin ên ciwan li Elmanyayê di navbera 21 û 28'ê Kanûnê de kampek pêk anîn. Li kampê mijarên dîroka jinên Kurd, zayendîperestiya civakî, medya û jineolojî hatin nirxandin.
Jin ên ciwan li Elmanyayê di navbera 21 û 28'ê Kanûnê de kampek pêk anîn. Li kampê mijarên dîroka jinên Kurd, zayendîperestiya civakî, medya û jineolojî hatin nirxandin.
Jin ên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst ji her deverê Elmanyayê, ji bo hefteyekê kamp çêkirin. Ji 21'ê Kanûnê heta 28'ê Kanûnê jin ên ciwan mijarên 'Dîroka gelê Kurd, dîroka jinan, civaka zayendperestî, şerê taybet, çapemeniya azad û jineolojî' nirxandin. Jin ên ciwan li gel perwerdeyê, aktîvîteyên civakî kirin, li fîlman temaşe kirin û çûn ger û geştê.
Li ser dersa 'Civaka Zayendperestî' li ser dema neolîtîkê, şikestina yekem a zayendî, şikestina dûyem a zayendî û li ser şikestina sêyem a zayendî ya jinan (ango şoreşa jinê) nîqaşên berfireh hatin kirin.
Bi heyecanek mezin jin ên ciwan di dersa Şerê Taybet de karibûn aktîf li ser pirsên wekî: Şerê taybet çi ye, çawa dikarin xwe biparêzin? dihiziriyan.
Di mijara Jineolojiyê de jin ên ciwan qala dîroka xwe kirin. Xuya dikir ku her jin dîroka xwe heye û tecrûbeyên jinan cûda bin jî bingeha wan dişibiya hev. Jin ên ciwan ji vê rastiyê hêzeke mezin wergirtin.
Di dawiya kampê de jî şahiyek pêk hat. Di vê şevê de jin ên ciwan şano lîstin, li muzîkê guhdarî kirin, govend gerandin û bi vî rengî bi kelecaneke mezin kampa xwe bi dawî kirin.