Li Elmanyayê jina bi hovane hate şewitandin jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, jinek duh ji aliyê hevserê xwe ve bi rengekî wehşî hate şewitandin. Tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer duh danê sibehê li bajarê Kîelê qewimî. Jineke 38 salî ya ji Afrîkayê, bi sotemeniyê ji aliyê hevserê xwe ve hate şewitandin. Ev bûyer li pêş çavên gelek kesan pêk hat. Jina ku ji ber vê şewatê bi giranî birîndar bû, rakirin klînîka bi navê Mare-Klînîkûm a li Kronshagenê.

Polîsan danê êvarê daxuyaniyek dan û gotin, dayika du zarokan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Tevî ku mirovên li derdorê dest li rewşê werdan jî, nekarîn şewatê vemirînin. Li ser vê yekê, kesekî bi amûra vemirandina şewatê, kariye agir vemirîne.

Piştî vê êrîşa hovane, kesekî 41 salî hate binçavkirin û hat ragihandin, ku ev kes hevserê jina hatiye şewitandin e, ku jê cihê dijiya.

Şaredarê Kîelê Ûlf Kaempfer piştî vê kuştina li derveyî mirovahiyê daxuyaniyek da û got, zarokên vê jinê yên 3 û 7 salî ji aliyê polîsan ve radestî saziyên pêwendîdar hatine kirin.