Li Elmanyayê ji jinên Kurd xebatên dîplomasiyê
Komuna Jinê-SARA, xebatên xwe yên dîplomatîk ên li Elmanyayê didomîne.
Komuna Jinê-SARA, xebatên xwe yên dîplomatîk ên li Elmanyayê didomîne.
Komuna Jinê-SARA, li bajarên Munchenê hin hevdîtin kir.
Jin bi Serokatiya Parlamenta Bavyera, nûnerên CSU û Partiya Keskan re rûniştin. Her wiha bi Seroka Koma Keskan a Şaredariya Munchenê Gulseren Demîrel û endamên meclîsê re hevdîtin kirin.
Jinan li ser êrîşên AKP'ê yên li dijî gelê Kurd, hêzên demokratîk û çapemeniya azad agahî dan û gotin, gefa MÎT'ê li ser siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê heye.
Seroka Koma Keskan Demîrel jî da xuyakirin ku ew mijarê dişopînin û wê bikevin nava hewldanan.
Berdevka Komuna Jinê-SARA Zubeyde Akmeşe diyar kir, ew ê xebatên xwe yên dîplomatîk bidomînin dosyayên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ve hatine amadekirin bigihînin rayedaran.