Li Elmanya, Holanda û Swîsreyê çalakiyên edaletê
Li Elmanya, Holanda û Swîsreyê çalakiyên edaletê
Li Elmanya, Holanda û Swîsreyê çalakiyên edaletê
Bi armanca şermezarkirin û ronîkirina komkujiya li Parîsê ku di encamê de sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin kuştin, li bajarê Elmanya Hambûrgê, li bajarê Swîsre Bernê û li bajarê Holanda Den Haagê jin daketin kolanan.
HAMBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Hambûrgê dijîn, bi daxwaza edaletê ji bo siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileyê li Parîsê hatin kuştin, cara 29. mîtîng lidar xistin.
Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li kolana Monckebergê pêk hat. Di axaftinên li çalakiyê de helwesta dewleta Fransayê hat şermezarkirin ku li gel 8 meh di ser komkujiyê re derbas bûye jî hinê ti daxuyaniyeke komkujiyê ronî bike nedaye. Di axaftinan de hat gotin, "Xwestina edaletê ji bo hevalên Sakîne, Fîdan û Ronahî di heman demê de dewamkirina têkoşîna wan a azadiyê ye" û bûyera kuştina jinê ya roja 1'ê Îlonê li Stenbolê hat şermezakirin. Di çalakiyê de di serî de Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Nazliye Sîncar ji bo hemû jinên di encama mejiyê deshilatdar ê mêr ve hatine kuştin, deqeyek rêz hat girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke jinên Kurd divê ew têkoşîneke piralî bimeşînin û bang hat kirin ku di her kêliyê û li her cihî de li dijî mejiyê deshilatdariya mêr, helwest were nîşandan.
Di dema çalakiyê de ciwanan bi sedan belavok belav kirin û di çarçoveya kampanya "Ji Ocalan re Azadî" de îmze berhev kirin.
BERN
Li bajarê Swîsre Bernê Meclîsa Jinê ya Mizgîn, bi armanca şermezarkirian Komkujiya Parîsê çalakiyek lidar xist.
Di çalakiya li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê de, pankartek li ser wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn, hat vekirin. Di daxuyaniya li çalakiyê de bêdengiya Fransayê ya li pêşberî komkujiyê, weke polîtîkaya ku vê komkujiyê bi Kurdan re bide qebûlkirin, hat nirxandin. Jinan hikûmet û sîstema dadgeriyê ya Fransayê şermezar kirin û bang kirin ku komkujiyê tavilê ronî bikin.
DEN HAAG
Li bajarê Holanda Den Haagê jî, komek ji jinên Kurd li ber Konsolosa Fransayê hatin cem hev û komkujiya li Parîsê şermezar kirin.
Mîna her Çarşemê, endamên Meclîsa Jinê vê hefteyê jî di çalakiya xwe de bal kişandin ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê. Ji çalakgeran Emîne Karabekîr daxuyanî da û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku ji bo Rojava çalakiyan bike.
Di çalakiyê de bi mijara komkujiya Parîsê belavok hatin belavkirin.