Li Êlihê tîma futbolê ya jinan ava dibe

Li Êlihê tîma futbolê ya jinan ava dibe

Şaredariya Êlihê tîma futbolê ya jinan ava dike.

Li Êlihê, xebatên avakirina yekemîn tîma futbolê ya jinan destpê kirin.

Şaredariya Êlihê, li gel tesîsên sporê yên ji bo jinan, niha jî dest bi amadekariyên avakirina yekemîn tîma futbolê ya jinan kir.

Alîkara Şaredarê Êlihê û Seroka Klûba 1955 Batman Belediyespor Gulîstan Akel da xuyakirin ku xebatên wan ên ji bo jinan li qadên cûda dewam dikin û got, "Di her qadê de em li dijî newekheviya zayendî ya li nava civakê têdikoşin. Em girîng dibînin ku li dijî têgeha endustrîbûn û mêrbûna futbolê, tîma jinan a futbolê ava bikin."

Akdel diyar kir ku nebûna tîmeke jinan a futbolê li Êlihê kêmasiyeke û got, "Ji bo em vê kêmasiyê çareser bikin, emê berpirsyariyên xwe bicih bînin. Klûba me dê mora xwe bavêje binê xebatên cûdatir."