Li Êlihê jinan çalakiya konê nobetê bidawî kir

Li Êlihê jinan çalakiya konê nobetê bidawî kir

Rêxistina Meclisa Jinan a bajarê Êlihê ji bo kiryarên di van demên dawiyê de yên weke gendelî, helandin û destdirêjiya li Çewlikê ya li ser zaroka E.A a 16 salî pêk hat, bi wê armancê çalakiya konê nobetê li darxistibûn û li wan kona nobet digirtin bi dawî kirin.

Meclisa Jinan ya bajarê Êlihê kiryarên ku di van demên dawiyê de yên weke gendelî, helandin û destdirêjiyên li Çewlikê ku ji aliyê 8 kesan ve zaroka binavê E.A rastî derstdirêjiyê hatibû çalakiyeki konan hatibû lidarxistin û sê rojan berdewamkiribû bi dawî bû. Kon li bostanê Şardariyê yê çayê de hatibû vedan de sê rojan ji aliyên komên cûda cûda yên jina ve nobet di hat girtin bi dawî bû.

Çalakiya konê nobetê ji aliyê Serokê bajarê Êlihê Rahşan Çarboğa, Endamên Meclisa Jinan ya Êlihê,Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aşitiyê û bi beşdarbûna gelek jinan ve bi daxuyaniya çapemeniyê hat bi dawî kirin. Piştî daxuyaniyê li ber sirûda "Ey Reqîb"rêzgirtin hat girtin.

Endama Meclisa jinan ya bajêr Gulistan Erdinç axivî û got: " Çalakiya me ya sê rojan gihaye armanca xwe û divê her jinekê li hemberi şîdeta ku li dijî jinê tê kirin xwe berpirsyar bi bîne. Di vê ku her jinek cihê xwe di nava têkoşina jinê de bigire û yeketiya û têkoşîna xwe xort bikin û li xwe xwedî derbikevin.

Çalakiya jinan bi muzikên jinan û govendê bi dawî bû.