Li Efrînê Navenda Jineolojî hat vekirin

Li Kantona Efrînê Navenda Jineolojî hate vekirin.

Li Kantona Efrîn a Rojava, piştî xebatên rêze semîner û civînan a ji aliyê Komîteya Lêkolînê ya Jinan ve Navenda Jineolojî hate vekirin.

Di vekirina navendê de li gel bi dehan jinan Konseya Rêveber a Xweser û saziyên wê, Yekîtiya Jinên Êzidî, Rêxistina Têkolîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinê, Malbatên Şehîdan û şervanên YPG/YPJ’ê beşdar bûn.

Vekirina bi rêzgirtinê ve destpê kir, Rêvebera Akademiya Jineolojî ya Herêma Efrînê Dîork Qehreman axivî û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan di sala 2008’an de Jineolojî pêşkêşî me kir. Ev zanîsata jinê, ji hişmendiya mêrsalarî û desthilatê parastiye.”

Piştî axaftinan û şûnde, deriyê Navenda Jineolojiyê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.