Li Efrînê bi deh hezaran jin li dijî dagirkeriyê dimeşin

Li Efrînê bi deh hezaran jin bi sloganên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî dagirkeriyê dimeşin.

Li Efrînê bi deh hezaran jin, li hemberî êrîşan ên ku di 20’ê Çileyê de dest pê kir, daketin qadan.

Bi deh hezaran jin li Qada Newrozê kom bûn û ew ê heta nexweşxaneya Dersimê bimeşin.

Jin nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya Tirkan didin û sloganên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ berz dikin.

Jinan di çalakiyê de alayên YPJ’ê û wêneyên Avesta Xabûr bilind kirin a ku li hemberî hêzên dagirker çalakiyeke fedaî kiribû.