Li Efrîkayê nêzîkatiya newekhev a li dijî jin ên ciwan

Li gorî rapora Forûma Polîtîkaya Zarokan a Efrîkayê, li seranserê Efrîkayê jin ên ciwan bi giranî zû tên zewicandin, ji aliyê zayendî ve zext û zordariyê dibînin û nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiya jinê werbigirin.

Welatên Efrîkayê li tevahiya cîhanê, di mijara tundiya li jinê bi taybetî jî tundiya li jin ên ciwan de di rêzên destpêkê de ne. Li tevahiya vê parzemînê, cihêkarî û newekheviya li jin ên ciwan dewam dike.

Forûma Polîtîkaya Zarokan a Efrîkayê ku li ser mafên jin ên ciwan ên li Efrîkayê kar dike, raporek weşand û diyar kir ku li 52 welatan pêşketina herî mezin di mijara sinetkirina jinê de ye.

Di raporê de hate ragihandin, kku li welatên bi serkêşiya Sûdan û Misrê rêjeya sinetkirina jinê gelekî kêm bûye, lê belê jin ên ciwan di mijarên din de bi rêk û pêk ji mafên xwe bêpar tên hiştin.

Li gorî raporê, li Efrîkayê jin ên ciwan nikarin sûdê ji mafê perwerdeyê werbigirin, di temenê zarokatiyê de tên zewicandin, li malê, dibistanê û kargehê destavêtina zayendî, fîzîkî û hestewarî li wan tê kirin, ji xizmetên tenduristiyê bêpar tên hiştin û li hin welatan jî ji mafê mal û milkan bêpar tên hiştin.

Di daxuyaniya dîrektoriya saziyê de hate gotin, "Jin ên ciwan ên Efrîkayî salên dûr û dirêj in ku di nava lepên baweriyên çandî yên neçê, helwestên desthilatdariyê yên mêr, qanûn, polîtîka û çalakiyên cihêkar de ne. Li gel pêşketinên biçûk ên li hin qadan jî li seranserê vê parzemînê bêedaletî li jin ên ciwan tê kirin."

Di raporê de hate destnîşankirin ku Çad û Sûdan a Başûr ji bo jin ên ciwan welatên herî nebaş in. Li her du welatan di mijara zewicandina di temenê zarokatiyê de û neşandina jinan a ji bo dibistanê, şert û mercên herî giran hene.

Li Efrîkayê, Morîtanya di mijara mafên jinan de welatê herî pêşketî ye. Vî welatî di mijara mafên jinan de hiqûqa xwe gihand asta hiqûqa navneteweyî.

Di mijara mafên jinan de Tûnis, Efrîka Başûr, Giravên Seyşel, Cezayîr, Cabor Verde û Namîbya piştî Morîtanya tên.

Sûdan a Başûr, Çad, Erître, Kongo, Nîjer, Komara Efrîka ya Navîn û Comoros di rêzên dawî yên lîsteyê de ne.

Li vê parzemînê ku 308 milyon jin ên ciwan ên kêmî 18 salî hene, hîn jî yek ji pênc jinan dikarin biçin dibistana navîn. Li yek ji sê parên dibistanan tesîsata avê nîne. Ji ber destavêtin û destdirêjiya li jinê, jin zû ji dibistanê tên derxistin.