Li DYE’yê jin li dijî kurtajê dest bi xwepêşandanê kirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li dijî biryara dema dawî ya derbarê kurtajê de bi hezaran jin daketin qadan û nerazîbûna xwe li beramberî vê biryarê nîşan didin.

Li DYE’yê çalakiyên jinan ên li dijî biryara Dadgeha Bilind a betalkirina biryara ku kurtajê wekî mafekî destûrî dibîne, didome. Jin li ber Qesra Spî ya Washington DC hatin cem hev û xwepêşandaneke din a mezin li dar xistin.

Çalakî ji hêla " Meşa Jinan" ve hate birêxistinkirin. Li ser betalkirina biryara Roe v. Wade’yê, Meşa Jinan bi dirûşma “Havîna hêrsê” bang li her kesî kir û li pêşiya Qesra Spî kom bûn. Mafê kurtajê ev 50 sal in li DYE’yê di makeqanûnê de cih digire û vekişandina vê biryarê jî ji hêla jinan ve hate protestokirin.

Meşa Jinan dixwaze ku Serokê DYE’yê Joe Bîdene ji bo prosedurên kurtajê fona ji Hikûmeta Federal re hatiye veqetandin zêdetir bike û ji bo vê jî rewşa lezgîn a neteweyî ragihîne. Her wiha yek ji daxwazên Meşa Jinan ew e ku ji bo welatî bikarin xwe bigihînin hebên kurtajê, rêveberî û erdên federal ên xizmetê ji bo kurtajê dikin bên avakirin.

Jinên ku duh di saetên serê sibehê de li Qada Franklîn kom bûyîn, li gel ku rêyên hawirdorê ji hêla polîsan ve hatibûn girtin jî ber bi Qada Lafayette ya li nêzî Qesra Spî ve meşiyan. Tevahiya jinan cilên kesk li xwe kiribûn û pankartên weke “Tizbiyên xwe ji rehma min dûr bigire” û “Rewş ewqas xerab e ku kesên apolîtîk jî li vê derê ne” hatibûn vekirin. Jinan li pêşiya Qesra Spî jî çalakiya rûniştinê kirin.

Berdevka Meşa Jinan têkildarî armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Armanca vê çalakiyê ne ew e ku gelek kes tev li bibin. Armanca me ew e ku komeke biçûk a ku girtinê didin ber çavan di çarçoveya xebateke birêxistinkirî de daxwazên xwe ragihîne.” Di dawiya çalakiyê de bi saya vîncê, li hemberî kompleksa Senatoyê pankarta “Bîden mafê kurtajê biparêz e” hate daliqandin.

Çalakiya jinan didome.