Li Dusseldorfê jin li ber Konsolosa Fransayê bûn

Li Dusseldorfê jin li ber Konsolosa Fransayê bûn

Li Dusseldorfê mîna her Çarşemê jin bi daxwaza ronîkirina Komkujiya Parîsê ji bo çalakiya "edaletê" hatin cem hev û gotin, "Em dixwazin edalet bi cih were, têkiliya dewleta Tirk a bi komkujiyê re bê ronîkirin. Dema ku di 9'ê Çileyê de ji bo me sekinî, hingî dikare ji nû ve biherike."

Çalakiya "edaletê" ya bi pêşengiya CENÎ her Çarşem li ber Konsolosa Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê tê lidarxistin, vê hefteyê bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarê Dûîsbûrgê pêk hat.

Di çalakiya bi dirûşma "Gelo bêdengiya we, ji ber hevkariya we ye?" de jinan dan xuyakirin ku tevî 9 meh di ser re derbas bûye jî komkujî hînê nehatiye zelalkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo edalet bicih were anîn, divê têkiliya dewleta Tirk a bi komkujiyê re bê ronîkirin. Dema ev hat kirin, hingî dema ji bo me di 9'ê Çileyê de rawestiyaye dikare ji nû ve biherike."

Jinan herî dawî destnîşan kirin kuk heta berpirsyariyên komkujiyê bên ronîkirin ewê çalakiya xwe dewam bikin.