Li Dusseldorfê çalakiya edaletê dewam dike
Çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin dewam dike
Çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin dewam dike
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endamaTevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin tê lidarxistin, dewam dike. Çalakiya vê hefteyê Meclîsa Gel a Hagenê dewir girt.
Di çalakiyê de ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê yên Elmanya (YJK-Elmanya) û Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) ve hate organîzekirin, dirûşmeyên bi Elmanî û Fransî yên mîna “Jin, jiyan, azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Faşîst Erdogan, hevkar Fransa” û “Kujerê jinan Erdogan” hatin berzkirin.
‘DIVÊ DI VÊ PÊVAJOYÊ DE HER KES TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBE’
Çalakiya ku li Martîn Lûtter Platz hate li dar xistin saetekê dom kir û danezana bi zimanê Elmanî hat xwendin. Piştre têkîldarî çalakiyên ku wê bên lidarxistin agahî hatin parvekirin û ji her kesî hat xwestin ku bihistyar bin û tevlî çalakiyan bibin.