Li Dusseldorfê çalakiya "Bila komkujiya Parîsê were ronîkirin"

Li Dusseldorfê çalakiya "Bila komkujiya Parîsê were ronîkirin"

Çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" ya her hefte li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo dîtina kiryarên komkujiya Parîsê tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir.

Çalakiya ku her hefte bi pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ve tê lidarxistin, li ber Konsolosa Fransayê ya li Dusseldorfê pêk hat. Ji bajarên Dusseldorf, Bonn û Bîelefeldê bi dehan kes beşdarî çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we ye?" bûn. Di çalakiyê de wêneyên "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez" û pankartên komkujiyê şermezar dikin, hatin hilgirtin. Girseya gel bang li hikûmeta Fransayê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe û nerazîbûn li bêdengiya Fransayê hat nîşandan.

Di daxuyaniya li vê derê de hat gotin, "Em careke din ji vê derê bang dikin. Divê dadgeriya Fransayê ya pêwîst bike. Heta komkujî ronî bibe, emê çalakiyên xwe dewam bikin."