Li Dusseldorf û Helsînkî panel û semînerên li ser 25'ê Mijdarê
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî civîn hatin lidarxistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî civîn hatin lidarxistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî civîn hatin lidarxistin.
DUSSELDORF
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, Platforma jinên rû li ken, Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê (ADKA) û TJK-E Dusseldorf li Mala Çandê ya Medya panelek lidar xistin û gelek jinên Kurd û Tirkiyeyî tevlî bûn.
Seroka Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek, Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Demokratîk û aktîvîsta LGBTÎ Kivilcim Arat û civaknas Songul Kaya Karlidag weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên ji ber êrîşên mêr jiyana xwe ji dest dane, Meral Çîçek dest bi axaftinê kir. Çîçek diyar kir, ji her demê bêhtir beden, nêrîn, ruh û keda jinê di vê serdema modernîteya kapîtalîst de tê talankirin û got, "Du sedemên bingehîn ên êrîşa kapîtalîzmê ya li dijî jinê hene; Hewldana sîstemê ya ji nû ve avakirinê û asta rêxistinbûyî ya jinan."
Çîçek destnîşan kir, têkoşîna ku jin li qada xwecihî dimeşînin, divê bi perspektîfeke gerdûnî be û got, "Hêza herêmî têra pêşîgirtina li êrîşên li jinê nagire. Ev yek mijareke gerdûnî ye. Lewma têkoşîna jinan jî neçar e gerdûnî be."
Çîçek di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zîhniyeta hevpar a DAIŞ û AKP'ê û anî ziman, jinên Kurd bi xweparastinê re pêvajoya ji nû ve avakirinê dimeşînin û li gelemperiiya cîhanê jî pêşengiyê dikin.
Meral Çîçek bal kişand ser perspektîfên jinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, ji salên 90'î û pê ve Rêberê Gelê Kurd Ocalan, jinên Kurd weke hêzek pêşeng ji sedsala 21'ê re amade kiriye.
LI HELSÎNKIYÊ SEMÎNERA TJK-E
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li Komeleya Çanda Kurd semînerek hate lidarxistin.
Semîner bi pêşengiya Komuna Jinê ya Fînlandiyayê pêk hat û tevî jinan mêr jî tevlî bûn.
Di destpêka semînerê de sînevîzyonek li ser talankirina mafê jinê ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hate amadekirin, hat nîşandan.
Aktîvîsta TJK-E Zeynep Dersîm piştre li semînerê axivî û anî ziman, talankirina mafên jinê roj bi roj zêde dibe. Dersîm destnîşan kir, sîstema heyî ya bi serdestiya mêr, jinê ji her alî ve weke dijminê xwe dibîne.
Dersîm diyar kir, hewl tê dayîn kuştin û destavêtina li jinê rewa bê nîşandan û ragihand, di serî de Tirkiye hemû welatên paşverû yên li Rojhilata Navîn, bi feraseta xwe ya hiquqê yekser jinê sûcdar dibînin.
Di dewama axaftina xwe de Dersîm bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir, ku ev şoreş li dijî rêxistina herî hov a cîhanê DAIŞ'ê, bi pêşengiya jinan tê meşandin.
Zeynep Dersîm ragihand, serketina li Rojava bi saya perspektîf û hêza felsefeya jiyanê û bîrdoziya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û got, "Jinên têkoşer û rêxistinbûyî dikarin li dijî sîstema bi serdestiya mêr, bi ser bikevin. Lewma divê jin li dijî mêtîngeriyê bi 'xwebûna jinê' tevbigerin."