Li Dusseldorf û Hannoverê çalakiya 'Em edaletê dixwazin'

Li Dusseldorf û Hannoverê çalakiya 'Em edaletê dixwazin'

Ji bo dîtin û darizandina berpirsyarên komkujiya Parîsê, vê heftê jî li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hannoverê çalakiya "Em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li dadgeriya Fransayê hat kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe.

Bi pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinê ya Kurd (CENÎ), vê heftê jî li ber Konsolosa Fransayê a li Dusseldorfê çalakî hat lidarxistin. Bi dehan kesên ji Dusseldorf û Kolnê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin û pankartên protestoyî vekirin.

Çalakiya ku saet saet di 11:30 de destpê kir saet di 12:30 de bi dawî bû. Di daxuyaniya li ser navê buroya jinê ya CENÎ de, kuştina sê şoreşgerên jin ên Kurd hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bêdegniya edaleta Fransayê bi zimanekî tund hat rexnekirin û hat gotin, "Heta ev komkujî bê ronîkirin emê çalakiyên xwe dewam bikin. Her rojên Çarşemê li ber Konsolosa Fransayê dê çalakiyên me dewam bikin."

Di daxuyaniyê de polîtîkayên hikûmeta Tirk a xetimandina çareseriya pirsgirêka Kurd û dijwariya polîsan a li hemberî daxwazên demokratîk hat şermezarkirin.

Ji aliyê din ve bi pêşengiya CENÎ, dê li dijî komkujiya li hemberî sivîlên li Rojava, li ber Nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Bonnê saet di 11:00 de çalakî bê lidarxistin. CENÎ di daxuyaniya xwe de bang li Kurdên li herêmê dijîn kir ku beşdarî çalakiyê bibin.

Li bajarê Elmanya Hannoverê jî çalakiya bi navê" Bêngiya we ji hevkariya we ya sûc tê" hat lidarxistin.

Çalakiya bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê bi pêşengiya Komîsyona Meclîsa Jinê ya Gel a Hannoverê tê lidarxistin, îro li Am Aeginplatzê dewam kir. Di çalakiyê de Ahmet Atakan ê du roj berê di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, hat bîranîn.

Di daxuyaniya li vê derê de hat destnîşan kir ku dijwariya polîsên Tirk hatiye radeya xerakirina goristanan û hat diyarkirin ku goristanên gerîla xeta wan a sor e. Hat destnîşankirin ku heta komkujiya Parîsê bê ronîkirin ewê çalakiya xwe dewam bikin.