Li Dusseldorf, Munchen û Arnhemê çalakiya edaletê

Li Dusseldorf, Munchen û Arnhemê, ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'edaletê' hatin lidarxistin.

Li Dusseldorf, Munchen û Arnhemê, ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'edaletê' hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Li ber Konsolosiya Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê mîna her Çarşemê duh jî çalakiya 'edaletê' pêk hat. Jinên Kurdistanî yên ji bajarê Dortmûnd û Hagenê beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku heta Komkujiya Parîsê were ronîkirin û hesap ji kukjeran bê pirsîn, çalakî wê dewam bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku aşkerakirina hêzên li pişt komkujiyê ji aliyê Fransayê ve, nîşan dide ku Fransa hevkarê komkujiyê ye.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Di axaftinan de hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê tê wateya hevkariya wê ya di sûc de. Di axaftinan de komkujî careke din hat lanetkirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Însiyatîfa Jinên Kurd a Sara ya li Munchenê jî banga tevlîbûna li Standa Agahdarkirinê ya HDP'ê ya roja Înê kir. Stand wê roja Înê saet di navbera 13:00 - 18:00 de li Karlplatzê were vekirin.

ARNHEM

Li bajarê Hollanda Arnhemê jî li ber avahiya Şaredariyê bi daxwaza 'edaletê' çalakî hat organîzekirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku kujer werin dîtin û komkujî bê ronîkirin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku lêgerîna wan a li edaletê wê dewam bike.

...