BI DÎMEN

Li Dûîsbûrgê panela 8’ê Adarê hat lidarxistin

Li Dûîsbûrgê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Bi Jin, Jiyan, Azadî, em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” panelek hat lidarxistin. Panel bi pêşengiya YJK-E NRW’ê hat lidarxistin. Ji Kargeha Jinêolojiyê Elîf Kaya û Berdevka YJK-E Kezban Dogan tevlî panelê bûn.

Di panelê de ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd deqeyek rêz hate girtin. Di panelê de Elîf Kaya axivî û bal kişand bi ser pêngava “Bi Jin, Jiyan, Azadî, em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” a Tevgera Jinên Kurd.

Berdevaka YJK-E Kezban Dogan jî axivî, dîroka 8’ê Adarê û wateya jinên Kur dli 8’ê Adarê zêde kirine nirxand.

Piştî axaftinan panel bi stranên hunermendên Kevana Zêrîn Piya û Dîda berdewam kir.

Panel bi gerandina govendê û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.