'Li dijî pêkanînê faşîst ên AKP'ê em têkoşînê geş bikin'

PAJK: Faşîzm ji bo îradeya girtiyên azadiyê bişikîne, lixwekirina kincê ji yekrengî ferz dike. Wekî din, bi her awayî pêkanînên qirêj û li derveyî exlaqê ferz dike.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ya li girtîgehên Tirkiyeyê tê ferzkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyonê da xuyakirin ku faşîzma AKP'ê her ku dibîne felsefe, bîrdozî û rêxistinbûna têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava, Sûriye, Başûr û gelek deverên Rojhilata Navîn belav dibe û pê dihese ku li pêşberî têkoşîna azadiyê têk diçe û qels dibe, êrîşên xwe yên ji bo qirkirinê zêde dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi taybetî di salên dawî de ji bo şikandina hişmendî û îradeya azadiyê bi hezaran kes hatine binçavkirin û girtin  û hat gotin, "Her ku israra gel a di berxwedanê de dibîne, bi rêya qanûn û pîvanên xwe gel di nava jiyana civakî de heps dike. Ne tenê li zindanan, hewl dide serweriya xwe ya faşîst li her qadê nîşan bide."

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku rejîma AKP-MHP'ê tola serneketina xwe li pêşberî şerê gerîla û têkoşîna rêxistinbûyî ya gel, bi kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî berxwedana li zindanan hiltîne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di salên dawî de li her bajarî, li her navçeyê ji yekê zêdetir zindan hatine avakirin û hat gotin, "her mirovên berxwedêr, yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin û potansiyela xwe ya têkoşînê heye, hatin girtin. Ev pêkanîn nîşan dide ku rejîma AKP'ê di asta herî bilind de qels bûye û dirize. Ji bo îradeyê bişikîne û pêkanînên xwe yên şerê taybet bixe meriyetê, li gorî armancên xwe yên faşîst tîpên cûr be cûr ên zindanan bi rêxistin dike. Faşîzm qîma xwe bi vê nîne û ji bo şikandina îradeya girtiyên azadiyê, lixwekirina kincê ji yekrengî li ser girtiyan ferz dike û bi her awayî serî li pêkanînên qirêj û li derveyî exlaqê dide. Ji ber van pêkanînên hovane, li nava civata me ya berxwedêr a li zindanan, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû didin. hejmara girtiyên nexweş gelekî zêde ye."

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku li dijî van êrîşan bêguman li zindanê berxwedan heye û wiha dewam kir: "Civata me ya berxwedêr a li zindanê, ji bo jiyanê, ji bo hebûnê û nîşandana vîna têkoşînê li ber xwe didin. Lê belê ya girîng û esasî ew e ku gelê me, , jin, ciwan û rêxistinên jinan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hişyar bin, xwedî li girtiyên azadiyê yên li zindanan derkevin û ji bo şikandina van êrîşên hêzên dijmin ên faşîst çalakiyên girseyî li dar bixin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwedîderketina li têkoşîna berxwedanê ya girtiyên azadiyê û li dijî hêzên faşîst ên dagirker, parastina civata berxwedê têkoşîna ji bo rûmetê ye, îradeyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Pêşîgirtina li pêkanîn û siyaseta faşîzmê ya li zindanan, wezîfe û berpirsyariya bingehîn a têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li jinan, her kesên ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyê têdikoşin dikin ku bi xurtî têbikoşin."