Li Cizîrê jinek hat qetilkirin
Li Cizîrê jinek hat qetilkirin
Li Cizîrê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Şirnex Cizîrê jina bi navê Emîne Uçkaç a 21 salî, ji aliyê hevserê xwe yê pê re nîqaş kir, bi debanceyê hat qetilkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Emîne Uçkaç a li Taxa Konakê dima, duh êvarê ji ber sedemeke ne diyar bi hevserê xwe Mansûr Uçkaç re nîqaş kir. Bi mezinbûna nîqaşê re Mansûr Uçkaç bi debanceyê 6 caran gule berda hevsera xwe. Cîranên ku dengê çekê bihîstin agahî dan rayedaran û li ser vê yekê ekîbên tenduristiyê hatin malê û jina ciwan a jiyana xwe ji dest dayî, li ser doşekê dîtin. Ekîbên polîsan ên hatin cihê bûyerê, hevserê jina ciwan Mansûr Uçkaç bi debanceya pê hevsera xwe qetil kir, zevt kir. Cenazeyê Emîne Uçkaç rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li ser daxwaza dozgeriyê, cenazeyê Uçkaç dûre ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya li Amedê.