Li cihên kotaya jinê dema serlêdanê hat dirêjkirin

Li cihên kotaya jinê dema serlêdanê hat dirêjkirin

Meclîsên Jinan ên BDP'ê da xuyakirin ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de li herêmên kotaya jinê lê hene, dema serlêdanê ji 25'ê Cotmehê heta 30'ê Cotmehê hatiye dirêjkirin.

Meclîsên Jinan ên BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku di warê temsîliyet û beşdariya jinê li hilbijartinên herêmî, ew weke BDP girîng dibînin ku di xeta azadiya jinê û di mijara serokatiya şaredariyê de hemû jinên xwe têrker dibînin di pêşbaziya hilbijartinan a demokratîk de cih bigirin.

Hat ragihandin ku ji ber betlaneya cejnê û serlêdana zêde ya jinan, wan dema serlêdana namzetiyê li herêmên kotaya jinê lê were meşandin ji 25'ê Cotmehê heta 30'ê Cotmeha 2013'an dirêj kirine.

Di daxuyaniyê de cihên BDP kota jinê bicih tîne wiha hatin rêzkirin: Bajarê Mezin ê Amedê, Lice, Agir, Bismil, Baglar, Farqîn, Edremît, Erdîş, Îpekyol (WAN), Qerqelî, Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Dêrik, Şemrez, Cizîr, Qilaban, Gimgim, Qop, Diyadîn, Mazîrt, Serêkaniyê, Pazarcik.