Li Cezayirê jinan li dijî çarşefê serî rakirin!

Jinên Cezayirî li ser tora medyaya li dijî çarşefê, ku jê re amûra zextê dibêjin, kampanya dane destpêkirin.

Li Cezayirê çarşev ji hêla yasayî ve ne divêtiyek e lê li gorî jinên ku li ser tora medyayê helwest nîşan didin, zexteke civakî heye. Kampanya bi hashtaga ''Li Cezayirê girtiyên çarşevê'' tê rêvebirin.

Kampanyaya azadiya lixwekirina kincan Sibatê dest pê kir. Li Îranê û Siûdî bi mehan kampanyayeke mîna vê tê rêvebirin.

Li Cezayirê çarşem bi prensîbî her çendî mîna tercîheke şexsî tê dîtin jî jin dibêjin zexteke civakî li ser wan heye.

Nivîska Cemîla Benhabîn a welatiya Cezayir-Kanadayê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, ku 30 hezar kes wê dişopîne destep da kampanyayê.
 

Li gorî nivîskar ku ji malpera Franceînfo Afrîque re axivî, ev hemû jinên li Rojhilata Navîn û Îranê, ''ji bo azadiya bedena xwe û ji bo azadiya ku servekirî bigerin'' seferber bûne.