Li Çewlikê destavêtin hat şermezarkirin

Li Çewlikê destavêtin hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina destavêtina 8 leşkerên Tirk li keça bi navê E.A, jinên endamên DOKH'ê ber bi avahiya Edliyê ve meşiyan. Jinan gotin, "Di kesayetiya E.A. de xwestine dest biavêjin ax, ziman, çanda Kurdistanê û têkoşîna hebûna gelê Kurd."

Bi armanca şermezarkirina destavêtina 8 leşkerên Tirk li keça bi navê E.A, jinên endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk DOKH'ê  ji ber avahiya BDP'ê ya Çewlikê ber bi Edliya Çewlikê ve meşiyan. Bi hezaran jinên ji Amed, Êlih, Dêrsim, Wan û gelek bajarên din ên Kurdistanê hatin, li gel Parlamentra BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, saziyên jinan ên li Kurdistanê û civata DOKH'ê meşiyan. Li ser navê jinên ku bi pankarta "Destavêtin binpêkirina maf e, ji binpêkirina maf re bêje raweste" meşiyan, li ber Edliya Çewlikê Xebatkara Navenda Jinê ya Ceren a li Amedê Fîgen Aras daxuyanî da.

"EMÊ BIBIN TIRSA DILÊ TECAWIZKARAN"

Aras da xuyakirin ku destavêtina li E.A. ne destavêtina yekemîn e li Kurdistanê bi destê dewletê tê kirin û got, "Em dizanin, bi hezaran jin di serdegirtinên gundan de li dibistanan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve rastî destavêtinê hatine. Eger Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû were avakirin, wê rûyê qirêj ê şer derkeve holê û tecawizkar yek bi yek bên darizandin. Dem dema rûbirûbûna bi rastiyane. Em weke DOKH'ê, tevî hemû parastinên saziyên dewletê jî emê dû tecawizkaran bernedin, li her derê wan teşhîr bikin û bibin tirsa dilê wan. Di kesayetiya E.A. de xwestine dest biavêjin ax, ziman û çanda Kurdistanê, têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd."

Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî da xuyakirin ku bi destavêtinê re hewl hatiye dayîn çavê gelê Kurd bê tirsandin û destnîşan kir ku ew vê çavtirsandinê red dikin. 

Piştî daxuyaniyê, jin careke din ji ber avahiya Edliyê ber bi avahiya BDP'ê ya Bajarê Çewlikê meşiyan û li vir dawî li meşa xwe anîn.