Li çar navendan çalakiyên ‘Em edaletê dixwazin’

Li çar navendan çalakiyên ‘Em edaletê dixwazin’

Di ser qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê 266 roj derbazbûn, weke her hefte vê Çarşemiyê li hinek welatên Ewropayê çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêkhatin.

Jİ bo ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de li Navenda Enformasyona Kurdistanê hatin qetilkirin, çalakiyên “Em edaletê dixwazin” her hefte roja Çarşemê pêktên li gelek welatên Ewropa pêkhatin.

Di pêşengtiya Meclisa Jinan ya Çîçek Botan ku li banliyona Evry ya Parîsê faliyetan dimeşîne, li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd heya avahiya lê hatine qetilkirin meş pêkanîn. Jinan bidirêjahiya meşê bi tîlîlî û sloganan komkujî şermezarkirin û sloganên “Em edaletê dixwazin”, “Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdanîn” qîr kirin.

Piştî li ber Navenda Enformasyonê ji bo sê jinên şoreşger deqîqeyek rêzgirtinê pêkhat, danezanek biFransî hate xwendin. Hate gotin ku, li rexmî 266 roj li ser komkujiyê derbazbûn jî hêjan daxuyaniyekî îqnabûyînê nehatiye dayîn û hate xwestin ku komkujî ji hemû aliyan ve were ronî kirin. Emîne Koç ku li ser navê Meclisa Jinan ya Çîçek Botan axivî û bang li hikumeta Fransayê kir ku, daxuyaniyekî têrker bide. Koç got: “Bila dewleta Fransa bizane ku, heta ev bûyer zelal nebe, em weke Kurd ê her roja Çarşemê li vir bin.”

Li bajarê Stuttgart ê Almanyayê jî çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêkhat. Jinên Kurd ên li ber Konsolosa Fransayê hatin gel hev, xwestin komkujî bê ronî kirin û kujer bêne darezandin. Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinên Meclisa Gel ya Stuttgartê ve hate organîze kirin. Weke din di dema çalakiyê de biboneya salvegera komploya navnetewî 9’ê Cotmeha 1998’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, banga tevlîbûna meşa di 12’ê Cotmehê demjimêr 14:00’an li Haubbandhofê kir.

Li bajarê Den Haag (Lahey) yê Holandayê jî di roja 266’mîn de di pêşengtiya Meclisa Jinan aya Ronahî de çalakî pêkhat. Weke di çalakiyên heftiyên derbazbûyî de jî çêbûyî, çalakvanan du demjimêran xwepêşanda protestoyî pêkanî. Çalakvanên ku bislogana “Jin jiyan azadî” û pankartên cûda vekirin, ji bo komkujî bê zelalkirin bang li hikumeta Fransa kirin. Her wiha çalakvanan di çarçoveya kampanya li qada navnetewî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, îmze komkirin.

Jinên Kurd ên li paytextê Awûstûrya Viyanayê, bidaxwaza berpirsên kujerên sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bêne dîtin çalakî pêkanîn. Di çalakiya ku li ber Konsolosa Fransa ya li paytext pêkhat de, jinan wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin. Çalakiya ku jinên ku pankartên bizimanê Almanî û Fransî ên “Em edaletê dixwazin” hilgirtin, di pêşengtiya Komeleya Jinên Kurd ya AVESTA pêkhat. Weke din jî di çarçoveya kampanya li qada navnetewî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, îmze hatin komkirin û belavok hatin belavkirin.

Çalakiya ku di demjimêr 15’an de destpêkir heya 16’an bisloganan dawî bû.