Li Bûrdûrê ji hevserê berê komkujî: 3 mirî, 2 birîndar
Li Bûrdûrê ji hevserê berê komkujî: 3 mirî, 2 birîndar
Li Bûrdûrê ji hevserê berê komkujî: 3 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Bûrdûr Aglasûnê, Hasan Kuçuk ê hevsera xwe ya berê Gamze Kaya kuşt, bi heman tivingê bavê xwe Mûstafa Kuçuk û jinxweh a xwe Dûdû Erez kuşt. Kuçuk piştre gule berda dilê xwe û ew bi birîneke giran ew rakirine nexweşxaneyê. Veterîner Gokhan Tanriover ê li cihê bûyerê bi bêhemdî birîndar bû jî, rakirin nexweşxaneyê.
Li Bûrdûrê, Hasan Kuçuk ê 36 salî ku beriya salekê ji hevsera xwe cihê bû, bi tivingê hevsera xwe ya berê kuşt. Bûyer li Xaçerêya Însû ya navçeya Aglasûnê rû da.
Li gorî îdîayê, îro saet di 12.00 de Hasan Kuçuk li gel bavê xwe Mûstafa Kuçuk ê 60 salî, keça xwe bir gel hevsera xwe ya berê Gamze Kaya û li vir dest bi nîqaşê kirin.
Bi mezinbûna nîqaşê re Hasan Kuçuk, ji wesayîta xwe tiving derxist û gule li hevsera xwe ya berê Gamze Kaya reşand. Kaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Kuçuk dûre gule berda jinxweh a xwe Dûdû Erez a xwest dest li bûyerê werde.
Kuçuk ê yekser gule li derdora xwe reşand, veterîner Gokhan Tanriover ê 29 salî yê li cihê bûyerê derbas dibû, birîndar kir.
Hasan Kuçuk bi heman tivingê çû bavê xwe yê astengdar ê li wesayîtê rûniştî kuşt û dûre li pêşiya çavê keça xwe Sînem Kuçuk gule berda dilê xwe.
Hasan Kuçuk ê giran birîndar bû û Gokhan Tanriover bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrdûrê.
Personelên tenduristiyê, Dûdû Erez û Gamze Kaya jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aglasûnê, lê belê herduyan jiyana xwe ji dest dan.