BI DÎMEN

Li Brukselê mîtînga 25’ê Mijdarê

Li paytexta Belçîka Brukselê jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê mîtîngek li dar xistin.

İngilizce Türkçe İletiyi çevir İngilizce için kapat

Aktîvîteyên 25’ê Mijdarê yên Jinên Kurd li Ewropayê berdewam dike. Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Berîtan de mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de ku li Gare Centraalê hat lidarxistin, dirûşmeyên “Ji jinan re azadî”, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de ku pankartên tundiya li dijî jinê şermezar dikirin hatin vekirin, pankart û dowîzên ku wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin lê bûn hatin rakirin.

Di çalakiyê de ku belavok jî hatin belavkirin, piştî danezan hat xwendin, çalakî hat bidawîkirin.