Li Brukselê meclîsa jinê ya "Şehîd Bêrîtan" hat ragihandin

Li paytexta Belçîka Brukselê, "Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan" hat ragihandin.

Li paytexta Belçîka Brukselê 1. Kongreya Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan hat lidarxistin. Jinên Kurd ên li Brukselê ku beriya niha bi şêweyê komîteyê xebatên xwe dimeşandin, di encama amadekariyekê de kongreya xwe lidar xistin û meclîsa jinê ragihandin.

Kongreya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li paytexta Belçîka Brukselê hat lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû hilbijartina dîwana kongreyê, rojev hat diyarkirin û nîqaşan di vê çarçoveyê de destpêkirin.

Di çarçoveya rûdan û pêşketinên siyasî de bal hat kişandin ser pêşengiya jinan a li hemû qadan, bi taybetî jî li Rojava û girîngiya rola Ewropayê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hat destnîşankirin. Hat ragihandin ku divê bi taybetî jin di hilbijartinan de roleke aktîf bilîzin.

Piştî nirxandinên siyasî, rapora li ser xebatên salekê yên komîteya jinê ya Brukselê hat xwendin û nirxandin. Di van nîqaşan de hat destnîşankirin ku divê îdeolojiya azadiyê ya jinê li hemû qadan bi xurtî were birêxistinkirin û pirsgirêkên jinên li Ewropayê dijîn hatin gotûbêjkirin. Wekî din bal hat kişandin ser girîngiya vîna hevpar a meclîsê. Piştî nîqaşan endamên Meclîsa Jinê hatin hilbijartin. Jinên Kurd ên li Brukselê dijîn meclîsa jinê ya ji 31 kesan û berdevkiya ji 3 kesan diyar kirin. Bi biryara hevpar a delegeyan re navê Şehîd Bêrîtan li meclîsê hat kirin. Di bin sîwanê meclîsê de komîsyonên rêxistinî, civakî, têkiliyên derve, aştî û edaletê, jin û ciwan, perwerde û çandê hatin avakirin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...